Berdevk Miller: Milîsên ku Îran pistgirîya wan dike dixwazin Iraqê biksînin nav ser
PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Matthew Miller ragihand ku ew ji hebûna milîsên Îranê li Iraqê nîgeran in.
Matthew Miller di daxuyaniyekê de got: "Ev milîs berdewam in li ser bêîstiqrarkirina rewşa ewlehiyê li Iraq û navçeyê û dixwazin Iraqê bikşînin nav şerekî ku ti pêwendiya wê bi gelê Iraqê re nîne."
Berdevk Miller diyar kir ku Amerîka van rêxistinan wek komên din ên milîs ên ku Îran piştgirîya wan dike wek Hîzbullah û Hamasê wek rêxistinên terorîst pênase dike.
Miller herwiha eşkere kir ku ew bi Hikûmeta Iraqê re li ser girîngiya nehîştina êrîşan bo ser xaka Iraqê û êrîşên li ser hêzên Amerîkî û berjewendiyên xwe yên li Iraqê de berdewam in.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin