Artês û milîsên Îran pistgirîya wan dike dîsa li Yemenê pevçûn
PeyamaKurd – Di dema ku hewlên Neteweyên Yekbûyî (NY) yên agirbesta li Yemenê berdewam dikin, di navbera hêzên hikûmetê û Hûsiyên ku Îran piştgirîya wan dike de dîsa şer derket.
Pevçûn di navbera hêzên hikûmetê û Hûsiyên ku Îran piştgiriya wan dike de bi taybetî li eniyên şer li herêmên Marib û Taiz ên Yemenê derketin.
Di ajansa nûçeyan a SABAyê ya girêdayî Hûsiyan de agahî hat parvekirin ku do di pevçûnên bi hêzên dewletê re 2 fermandarên payebilind û 11 milîs jiyana xwe ji dest dane.
Hat diyarkirin, hejmara ku tê gotin di sala dawî de hejmara herî zêde ya kuştiyan e ku Hûsiyan rojane ragihandiye.
Ji aliyê din ve hêzên artêşa Yemenê li Taizê ragihandin ku danê êvarê balafireke bêmirov a Hûsiyan ku ber bi çeperên leşkerî ve diçû hatiye xistin.
Hêzên artêşê ku berê xwe dabûn çeperên leşkerî yên li Maribê û ragihandibûn droneke din a bêpîlot a Hûsiyan hatiye xistin û ragihandin, roja Sêşemê di pevçûnên bi Hûsiyan re 2 leşker hatine kuştin.
Di daxuyaniyên du rojên dawî de hêzên hikûmetê diyar kirin, li eniyên bajarê Taîzê şer û pevçûn derketine û Hûsiyan hewl didin bikevin nava herêmên leşkerî.
Ji aliyê din ve Hûsiyan diyar kirin, hêzên hikûmetê 8 êrîşên hewayî pêk anîne.
Ji aliyê din ve, Neteweyên Yekbûyî bi mehan e ji bo pêkanîna agirbestê û pêvajoya aştiyê li welat hewlên dîplomatîk dide.
Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî Hans Grundberg, ji bo destpêkirina pêvajoya aştiyê ya li Yemenê serdana Amerîka, Çîn, Japonya, Erebîstana Siûdî, Uman û Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereban kir û têkiliyên dîplomatîk pêk anî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin