CENTCOM: Me komên ku Îran pistgirîya wan dike li Sûriyeyê kirin hedef

12 November 2024 11:03 0 dîtin
CENTCOM: Me komên ku Îran pistgirîya wan dike li Sûriyeyê kirin hedef

PeyamaKurd – CENTCOMê ragihand ku wan li Sûriyê wek berteka êrişên li dijî personelên Amerîkayê, hedefên komên girêdayî Îranê li Sûriyê xistine.

Artêşa Amerîkayê ragihand ku di 24 saetên dawî de li Sûriyê gelek êrîşên li dijî leşkerên Amerîkayê hatine kirin.

Di daxuyaniya nivîskî ya Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) de hat ragihandin ku li Sûriyeyê li 2 herêmên komên girêdayî Îranê li dijî 9 hedefan êrîşek hatiye lidarxistin.

Hat ragihandin ku, "Ev êrîş wê şiyana komên ku Îran piştgirîya wan dike kêm bike ji bo plankirin û organîzekirina êrîşên nû li dijî personelên Amerîkî û hêzên hevpeymanîyê li herêmê ji bo pêkanîna operasyonên li dijî DAIŞê."

Herwiha Fermandarê CENTCOM'ê Orgeneral Michael Erik Kurilla got, "Peyama me zelal e. Êrîşên li dijî DYA û hevkarên koalîsyonê yên li herêmê nayên erêkirin. Ji bo bersivdayîna êrîşên bêperwa her gava pêwîst be em ê biavêjin."