CENTCOM: “Me li Sûriyeyê êrîsî 2 cih û 9 hedefên komên bi ser Îranê ve kir”

13 November 2024 14:35 0 dîtin
CENTCOM: “Me li Sûriyeyê êrîsî 2 cih û 9 hedefên komên bi ser Îranê ve kir”

PeyamaKurd – Fermandehiya Navendî ya Amerîkayê  (CENTCOM) ragihand, hêzên Amerîkayê êrîşî 2 cih û 9 hedefên girêdayî komên ser bi Komara Îslamî ya Îranê ve kirine wek bersivdana çend êrîşên li ser leşkerên Amerîkayê yên li Sûriyeyê ku di 24 saetên borî de pêk hatibûn.

Fermandarê CENTECOMê, General Michael ragihand: “Armanca van êrîşan kêmkirina şiyana van koman a plankirin û pêkanîna êrîşên paşerojê li dijî hêzên Amerîkayê û hêzên koalîsyonê ye ku li herêmê ji bo şerê li dijî DAIŞê tevdigerin.”

General Michael Corella tekez kir: “Peyama me zelal e; êrîşên li ser Amerîkayê û hevkarên wê yên li herêmê nayên qebûlkirin. Ji bo parastina hêzên xwe û hevkarên xwe yên koalîsyonê û bersivdayîna van êrîşan çi gava pêwîst be em ê bersivê bidin.”