Komên alîgirên Îranê êrîsî baregeha Amerîkayê ya li Sûriyeyê kirin
PeyamaKurd – Berxwedana Îslamî ya Iraqê, di bin sîwana komên çekdar ên şîe yên alîgirên Îranê de, baregehên ku leşkerên Amerîkî li Iraq û Sûriyê lê ne, bi berdewamî dike armanc.
Berxwedana Îslamî ya Iraqê ragihand ku wan baregeha Amerîkayê ya li kêlgeha petrolê ya Conoco li Sûriyê kiriye armanc.
Berxwedana Îslamî ya Iraqê di daxuyaniyekê de wiha got:: "Li hember helwesta me ya li hember dagîrkeriya Amerîkayê li Iraq û navçê û komkujiya ku Rejîma Siyonîst li dijî gelê me li Xezzeyê pêk anî, li Konocoyê li kûrahiya Sûriyê êrişeke moşekî li dijî hêzên dagirker hat kirin."
Berxwedana Îslamî ya Îraqî ji bo cara duyem di vê salê de zeviya gazê ya navborî kir armanc.
Ji destpêka aloziya navbera Îsraîl û Felestînê di 7ê Cotmehê de heta niha herî kêm 120 êrîş li dijî baregehên Amerîkayê li Iraq û Sûriyê hatine kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin