Koma bi ser Îranê ve êrîsî baregeha Îsraîlê kir

14 March 2024 16:34 0 dîtin
Koma bi ser Îranê ve êrîsî baregeha Îsraîlê kir

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku baregeha asmanî ya Palmachim a Îsraîlê, rastî êrîşeke dronî ya Koma Berxwedana Îslamî ya Îran piştevaniya wê dike hatiye.

Li gorî nûçeya Al-Mayadinê, Koma Berxwedana Îslamî ya Iraqê, roja Pêncşemê di saetên sibehê de, bi dronan êrîşî Baregeha Palmachim a Asmanî ya nav erda Îsraîlê kiriye.

Di daxuyaniya wê komê de hatiye gotin ku ew êrîş ji bo piştgiriya Xezzeyê hatiye kirin û dê di meha Remezanê de jî êrîşên wan ên ser bingehên Îsraîlê dewam bikin.

Derbarê êrîşê de ji aliyê Îsraîlê ve ti daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.