NYT: Haya Serokomarê Îranê ji êrîsa Îsraîlê tunebû, beriya bi kêliyekê hate agahdarkirin

02 October 2024 16:35 0 dîtin
NYT: Haya Serokomarê Îranê ji êrîsa Îsraîlê tunebû, beriya bi kêliyekê hate agahdarkirin

PeyamaKurd – Rojnameya New York Times a Amerîkî ragihand ku heta kêliya dawî ya êrîşa moşekî bi ser Îsraîlê de jî Serokomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan nehatibû agahdarkirin.

Li gorî nûçeya NYTê, biryara êrîşa moşekî ya ser Îsraîlê ji aliyê fermandarên Sûpaya Pasdarên Îranê ve û bi fermana Rêberê Olî Elî Xaminey hatiye dayîn, lê heta kêliya dawî ya êrîşê jî Serokomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan bi êrîşê nehatiye agahdarkirin.

Rojnameyê bi zarê 3 rayedarên Îranî yên nexwestine navê xwe bidin daye xuyakirin, Pezeşkiyan berî bi kêliyekê destpêkirina êrîşê hatiye agahdarkirin ku mebesta êrîşê jî çavtirsandin, rawestandina êrîşên ser Hizbullahê yan jî ji nû ve zêdetirina îtibarê bûye.

Heman rayedaran diyar kiriye ku Pezeşkiyan di hevdîtinên xwe yên taybet de, xwestiye bi temkîn tevbigerin û hişyarî daye ku Îranê nekişînin nav şerekî mezin.