Amerîka dê tazmînatê bide Îsraîlê heger êrîsî hin deverên Îranê neke
PeyamaKurd – Li gorî nûçeyekê ku di Kan11ê ya Îsraîlê de belav bûye, Amerîkayê ragihandiye ku wê “pakêta tazmînatê” pêşkêşî Îsraîlê kiriye, heger ew êrişî hin deverên Îranê neke.
Rayedarekî televizyona Kann 11ê ya Îsraîlê ragihandiye ku wan ew agahî ji karbidestên amerîkî wergirtine tê gotin, Amerîkayê “pakêteke tazmînatê” pêşkêşî Îsraîlê kiriye, heger ew êrîşî hin deverên taybet ên Îranê neke.
Ew paket, di dema danûstandinên rayedarên her du welatan de hatiye peşkeşkirin bê ka Îsraîl dê bersiveke çawa bide êrîşa bi mûşekan ya Îranê ku şeva 1ê Cotmeha 2024an pêk hatibû û nêzî 180 mûşek ji Îranê ber bi Îsraîlê ve hatibûn avêtin.
Li gorî agahiyên heman çavkaniyê, ew pakêt garantiya tevahî ya parastina dîplomatîk a berfireh û her weha alîkariya çekdarî ya bo Îsraîlê li xwe digire, di berdêla wê yekê de heger Îsraîl êrîşî hin deverên taybet ên Îranê neke.
Rayedarê wê televîzyonê dibêje: “Karbidestekî amerîkî got, ‘Heger hûn li hedefên A, B, Cyên Îranê nexin, em ê parastina dîplomatîk û pakêteke çekan bidin we.”
Lê ji aliyê din ve, karbidestên îsraîlî bertek nîşanî vê teklîfê dane û gotine, “Em hesabê Amerîkayê dikin û guh didin wan. Lê ji bo parastina welatiyan û ewlehiya dewleta Îsraîlê her tiştê ji deste me were em ê bikin.”
Artêşa Îsraîlê li ser şêweyê bersivdana xwe ya li dijî Îranê, gotûbêjên xwe yên bi Amerîkayê re didomîne. Di çarçevoya van gotûbêjan de serokê CENTCOMê ya Amerîkayê General Michael Kurilla jî niha Îsraîlê ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin