CNN: Amerîka xwe amade dike ku 3,5 milyar dolar bide Îsraîlê

10 August 2024 13:59 0 dîtin
CNN: Amerîka xwe amade dike ku 3,5 milyar dolar bide Îsraîlê

PeyamaKurd – Kanala CNN a Amerîkî diyar kir ku Amerîka wê di çarçoveya pakêta alîkariya çek û leşkerî ya ku çend meh berê ji aliyê Kongreyê ve hatibû pejirandin de 3,5 milyar dolar alîkariya aborî bide Îsraîlê.

Li gor nûçeya CNNê, li ser bingeha karbidestên haydar, Wezareta Derve ya Amerîka ji endamên Kongresê re gotiye ku rêveberiya Washingtonê xwe amade dike ji bo lêçûnên leşkerî yên Îsraîlê fînanse bike.

Rayedaran diyar kirin ku di çarçoveya pakêta alîkariyê ya ku di meha Nîsanê da ji aliyê herdu meclisên Kongreyê va hat qebûlkirin de 3,5 milyar dolar alîkariya madî dê bê dayîn, rayedaran diyar kirin ku di demeke nêz da ev alîkarî ji Îsraîlê re nayê dayîn.

Di pakêta ku di meha Nîsanê de ji aliyê Serokê DYA Joe Biden ve hat îmzekirin de, ji bo piştgiriya leşkerî ya ji bo Îsraîlê nêzî 14 milyar dolar, ji bo alîkariya aborî jî bi giştî 26 milyar dolar hatiye veqetandin.