Amerîkayê gef xwar: Heger çekan bisîne, dê berdêlê bide!
PeyamaKurd- Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Amerîkayê Jake Sullivan, rayedarên Koreya Bakur hişyar kir ku heger ew çekan bidin Rusyayê, dê berdêla wê jî bidin.
Jake Sullivan, di civîneke çapemeniyê de têkiliyên dawî yên Koreya Bakur û Rusyayê ku ketin rojeva cîhanê nirxandin.
Sullivan, di derbarê şandina çekan a Pyongyangê ji Moskowê re ku di şerê li Ukraynayê de bi kar bîne de axivî û got,
“Ez dikarim bibêjim ku dema ku em derbasî zivistanê dibin, ji bo desteserkirina serweriya welatekî din, ambaran û binesaziyên germkirinê yên bajarên mezin dikin hedef. Pêşkêşkirina çekan a ji Rusyayê re ji bo karanîna li qadê dê bandoreke neyînî li Koreya Bakur bike û ew ê berdêla wê li civaka navneteweyî bidin."
Sullivan diyar kir ku wan "hişyarî" dane Koreya Bakur ku divê çekan nede Rusyayê û diyar kir ku ew ê li ser derfetên ku rêveberiya Pyongyangê ji havêtina gavên ji bo firotina çekan dûr bixe, binirxînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin