Amerîka: Rusya dê beranberî çekan, xwarinê bisîne wî welatî

31 March 2023 13:30 0 dîtin
Amerîka: Rusya dê beranberî çekan, xwarinê bisîne wî welatî

PeyamaKurd- Ji aliyê Civata Ewlekariya Neteweyî ya Koşka Spî ve hat ragihandin ku delîlên nû nîşan didin Moskow di berdêla bi dehan çek û cebilxane de xwarinê pêşkêşî Koreya Bakur dike.

Li gorî daxuyaniya ku hat dayîn, hat gotin ku delîlên nû hene ku ji bo çek û cebilxaneyên di şerê li Ukraynayê de bên bikaranîn, Rusya car din berê xwe dide Koreya Bakur. Hat diyarkirin ku vê carê di peymanek ku dê Pyongyang bi xwarin û tiştên din ên hewcedar peyda bike.

Hat diyarkirin ku Rusya, ji bo ku şerê xwe yê 13 mehan berdewam bike, serî li welatên “şêlevan” daye.

Pispor bawer dikin ku rewşa xwarinê li Koreya Bakur di bin desthilatdariya 11 salî ya Kim Jong-un de di xirabtirîn rewşê de ye, lê di demeke nêzîk de tu nîşanên birçîbûn an mirina girseyî tuneye.

Her wiha medyaya dewletê ya Koreya Bakur destpêka vê mehê ragihand ku ji bo ji bo bihêzkirina kontrola dewletê li ser çandiniyê û zêdekirina hilberîna genim, Kim soz daye ku rêzek gavên din bihavêje.

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken jî meha borî gotibû ku îstîxbarata Amerîkî amaje bi wê yekê kiriye ku Çîn difikire ku çek û cebilxane bide Rusyayê.