Îstîxbarata Amerîkayê: Rusya, ji wî welatî çekan dikire

06 September 2022 14:30 0 dîtin
Îstîxbarata Amerîkayê: Rusya, ji wî welatî çekan dikire

PeyamaKurd- Rayedarên îstîxbarata Amerîkayê ragihand ku Rusya, ji Koreya Bakur çekan dikire. Li gorî agahiyên hatin parvekirin; ev hewila Rusyayê, ji ber dorpêçan çêbûye.

Li gorî nûçeya rojnameya Amerîkayê New York Timesê ku spartiyê belgeyên îstîxbarata Amerîkayê hatiye parvekirin, Rusyayê ji Koreya Bakur guleyên topê û moşek kirîne.

Di belgeyên ku pêşkêşî raya giştî hatine kirin de hat eşkerekirin ku Rusyayê, ji van moşek û guleyan bi milyonan kirîne.

Li gorî daxuyaniya rayedarên Amerîkayê, Rusyayê ji bo kirîna çekan pêşî berê xwe dabû Îranê niha jî daye Koreya Bakur û sedema vê yekê jî dorpêçên ku li ser Rusyayê giran bûne, hat nîşandan.

Piştî ku Rusyayê li dijî Ukraynayê şer da destpêkirin, ji aliyê Koşka Spî ve biryar hat dayîn ku veşarîbûna li ser belgeyên plansaziya Moskowê bê rakirin. Di serî de ev belge bi welatên hevpar re hatibûn parvekirin piştre jî êdî bi raya giştî re tên parvekirin.