Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê: Me qedexeyên çekan li ser 'wî welatî' ferz nekirin
PeyamaKurd – Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Lloyd Austin diyar kir, mafê Îsraîlê heye ku xwe biparêze û piştgiriya leşkerî ya Amerîkayê bo wî welatî bê şert û merc wê berdewam be.
Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin di civîna çapemeniyê de li ser pirsa wateya bersivdayîna "rêveber" a ji bo Gazzeyê bersiv da û got, "Mafê Îsraîliyan e ku xwe biparêzin û divê wateya operasyonên wan ên leşkerî ev be."
Li ser pirsa piştgiriya Amerîkayê, Austin bi bîr xist ku Amerîka wê bersivê bide û kelûmelên ku ji aliyê hêzên Îsraîlî ve hatine xwestin, di demek kurt de bê şert û merc peyda bike.
Rojnamegeran wiha pirsîn: "Gelo hûn ê sînorekê deynin ji bo bikaranîna çekên ku hûn didin Îsraîlê?" Li ser pirsê Austin got, "Artêşa Îsraîlê artêşeke profesyonel e û wiha tevdigere. Ji ber vê yekê em şert û mercên bikaranîna çekên ku tên teslîmkirin ferz nakin."
Lloyd Austin herwiha da zanîn, di vê qonaxê de ti zanyariyên destpêkê derbarê beşdariya çalak a Îranê di pilankirin û rêkxistina êrîşê de li ber destê wan nînin. Herwiha diyar kir, Waşîngtonê derbarê operasyonê de ti 'hişyarî û agahî' negirtiye.
Wezîrê Parastinê yê Almanyayê Boris Pistorius û hin wezîran ragihandin ku ew ê piştgiriyê bidin Îsraîlê di êrîşa dijî Gazzeyê de. Berlînê ragihand ku wan daxwaza Îsraîlê ya bikaranîna 2 balafirên bêmirov ên Heron TP qebûl kiriye. Pistorius ji rojnamevanan re got, ew ê "daxwaza cebilxaneyê ji bo keştiyan" jî binirxînin. Hat destnîşankirin ku Îsraîlê ji Almanyayê êlekên pola, malzemeyên tibî û ji bo dermankirina birîndaran li nexweşxaneyên Almanyayê alîkarî xwest.
Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê li ser pirsa gelo wan çavdêriya avakirina Hizbullahê li ser sînorê Îsraîlê kiriye yan na, got, "Ev mijareke ku Îsraîl li ser disekine. Em jî li hember kiryarên ku wê şer berfirehtir bikin hesas in. Lê me tiştek nedît. heta niha bi vî rengî ye."
Li ser pirsa gelo rola Îranê di êrîşa Hamasê ya ku di 7ê cotmehê de li dijî Îsraîlê hat kirin de heye yan na?
Austin derbarê pirsa "Amerîkayê ji berê da qala êrîşa Hamasê kiribû yan na" wiha got: "Heke me ji berê da zanibûya meyê Îsraîl hişyar bikira. Bi qasî ku ez dizanim me berê tiştekî wiha nedîtibû."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin