Amerîkayê ji welatiyên xwe xwest ku bilez terka wî welatî bidin

23 December 2024 19:12 0 dîtin
Amerîkayê ji welatiyên xwe xwest ku bilez terka wî welatî bidin

PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Amerîkayê bi daxuyaniyekê daxwaz ji hemwelatiyên Amerîkî yên li welatê Belarûsê kir ku bi awayekî bilez terka wî welatî bidin û derkevin.

Hate diyarkirin ku welatiyên Amerîkî yên difikirin serdan û geşta Belerûsê bikin, yan jî dixwazin li wê derê bimînin û niştecîh bibin ku welateke Ewruopî ye û kesên ku niha li wê derê ne divê di demeke kurt de wî welatî biterikînin.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin: ‘’Divê di dema derketina ji welatê Belerûsê de pir hişyar û agahdar bin, ji ber ku deriyên sînor bêyî ku agahdariyên pêşwext bidin ji nişka ve têne daxistin.”