Ser nêzî Samê bûye: Rûsyayê ji welatiyên xwe xwest terka Sûriyê bidin

06 December 2024 16:31 0 dîtin
Ser nêzî Samê bûye: Rûsyayê ji welatiyên xwe xwest terka Sûriyê bidin

PeyamaKurd – Li demeke ku komên çekdarên opozîsyona Sûriyê ku Desteya Heyet Tehrîr Şam (HTŞ) piştî kontrolkirina Hemayê berê xwe dane Hûms û Şamê, ji Rûsyayê daxuyanî hat.

Balyozxaneya Şamê ya Rûsyayê bang li welatiyên xwe kir ku terka Sûriyeyê bidin

Di daxuyaniyê de hate gotin, ji ber xerabûna rewşa leşkerî û siyasî li Sûriyeyê ew hemwelatiyên xwe re bibîr tînin ku yên derfeta wan hebe terka wî welatî bidin.

Li aliyê din, tê ragihandin ku HTŞê bi dronan êrîşî baregeha Hmeymim a Rûsyayê dike û baregeh dorpêç kiriye.

Herwiha çavkaniyên herêmê jî radigihînin ku xelkê Şamê ji niha ve terka bajêr didin ku îhtimal heye li nêzîk bikeve kontrola hêzên opozîsyonê.