Kestiya petrolê ya Rûsyayê li nêzî Tengava Kerçê bû du parçe

15 December 2024 22:06 0 dîtin
Kestiya petrolê ya Rûsyayê li nêzî Tengava Kerçê bû du parçe

PeyamaKurd – Ajansa Federal a Veguhestina Derya û Çem a Rûsyayê ragihand ku ji ber bahoza li Tengava Kerçê ya Behra Reş du keştiyên tanker ên Rûsyayê qezayên cuda pêk anîn.

Li gor daxuyaniya ajansê, keştiyên tankera “Volgoneft-212” û “Volgoneft-239” ên li ava Behra Reş ji ber bahozê qeza kirin.

Hat ragihandin ku yek ji wan keştiyan noqî avê bûye û ya din jî bûye du parçe û bi rê ve çûye, herwiha hat ragihandin ku di encama qezayan de rêjeyeke zêde neftê ketiye nav avên herêmê.

Hat ragihandin ku ji bo xelaskirina ekîba 29 kesên di du keştiyan de 2 keştiyên kêşanê û 2 helîkopter sewqî cihê bûyerê hatin kirin.

Rayedaran diyar kirin ku ji bo girtina tedbîrên pêwîst ji bo paqijkirina nefta ku diherike behrê û rê li ber belavbûna wê ber bi herêma berfireh ve bigire, xebat didomin.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Wezareta Rewşa Awarte ya Rûsyayê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku ji keştiyan 13 kes hatin derxistin û 1 kes jî jiyana xwe ji dest da.

Komîteya Lêpirsînê ya Rûsyayê jî ragihand ku bi hinceta "binpêkirina rêgezên ewlekariya trafîkê û karê veguhestina deryayî" lêpirsîn hatiye destpêkirin.