TASS: Li ser kestiya Rûsyayê ya ku li Deryaya Spî binav bû êrîsa terorê hat kirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li ser keştiya barhilgir a Rûsyayê ya ku di avên Deryaya Spî de binav bû, "êrîşa terorê" hat kirin.
Li gorî nûçeya TASSê, di daxuyaniya şîrketa Oboronlogistika ya ku keştiya barhilgir a Rûsyayê tê de ye, hat diyarkirin ku li ser keştiya barhilgir a bi navê "Ursa Mayor" ku li Deryaya Spî binav bû "êrîşeke terorê" hatiye kirin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li gor daxuyaniya ekîban 23ê Kanûnê saet di 13.50an de li gorî saeta Moskowê di keştiyê de 3 teqînên li pey hev pêk hatin û keştî xwe xwar kir û ket bin avê.
Di daxuyaniya Navenda Rewşa Krîzê ya 24ê Kanûnê ya girêdayî Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê de hat ragihandin ku di motora keştiya barhilgir a "Ursa Mayor"ê de teqînek pêk hat û keştî bi girtina avê binav bû.
Hat diyarkirin ku ji 16 xebatkarên keştiyê 14 kes hatin xelaskirin û 2 kes jî wenda bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin