Almanya û Hollanda xwestin ku hemwelatiyên wan terka Lubnanê bikin

26 June 2024 23:56 0 dîtin
Almanya û Hollanda xwestin ku hemwelatiyên wan terka Lubnanê bikin

PeyamaKurd – Li ser zêdebûna îhtîmala êrîşa Îsraîlê ya ji bo ser Lubnanê ya ser Hîzbûllahê, Almanya û Hollanda xwestin ku hemwelatiyên wan terka Lubnanê bikin. Berê jî dewleta Kanadayê xwestibû hemwelatiyên wan terka Lubnanê bikin.

Wezareta karên derve ya Almanya di ser malpera xwe ya înternetê de hişyariya geşta ji bo Lubnanê car din xist rojevê. Di daxwuyaniyê de got ku bila hemwelatiyên Almanya neçin Lubnanê û hemwelatiyên Almanya yên li, Lubnanê bilez terka Lubnanê bikin.

Wezaret, di daxwuyaniyê de got ku rewşa ewlehiya Lubnanê gelek diguhire, pevçûnên li ser sînorê navbera Lubnanê û Îsraîlê di hefteyên dawiyê de zêde dibin û weha dewam kir:

“Nabe ew rewşa ku her diçe şiddet zêde dibe û şer berfireh dibe, em bavêjin pişt guhên xwe. Eger rewş xerabtir bibe, wê trafîka hewayî ya balafirgeha Refîq Herîrî raweste û wê bibe ku kes nikaribe terka Lubnanê bike.”

Wezareta karên derve ya Hollandayê di ser hesabê xwe yê Xê de ragihand ku hemwelatiyên Hollandayê xwe ji gera Lubnanê dûr bixin û madem niha seferên hewayî li Lubnanê hene, bilez terka Lubnanê bikin.”

Di êrîşên ser Hîzbûllah a Lubnanê de heya niha 347 endamên Hîzbûllahê, 63 sîvîlên Lubnanê, 19 endamên Tevgera Emelê, 13 endamên Hamasê, 15 endamên Cîhada Îslamî, 14 leşkerên Îsraîlê û 10 sîvîlên Îsraîlê hatine kuştin.