Fransa hisyariyê da hemwelatiyên xwe yên li Îranê da terka Îranê bikin

02 October 2024 22:05 0 dîtin
Fransa hisyariyê da hemwelatiyên xwe yên li Îranê da terka Îranê bikin

PeyamaKurd – Balyozxana Fransayê ya Tehranê bi sedema li herêmê dijberî û gengeşe zêde bû, hişyariyê da hemwelatiyên xwe da terka Îranê bikin û di geşta xwe de hişyar bin. Balyozxanê got ku eger hemwelatiyên Fransayê bi rewşekî ciddî re rû bi rû bimînin, bila bi balyozxanê re bikevin nav tekiliyan. Balyozxane weha dewam kir:

“Bila hemwelatiyên Îranê seredana Îranê nekin û yên li Îranê ne, dema seha hewayî ya balafiran vebû, di demekî kurt de terka Îranê bikin. Kesên li Îranê îqama wan heye, rêya hewayî çawa vebe, bila ji bo demkî terka Îranê bikin.”