Fransa û Almanya xwestin hemwelatiyên wan terka Ûkraynayê bikin
PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Fransayê ragihand ku hişyariya neçûna seredana Ûkraynayê dubare dike da kes neçe ûkraynayê û hemwelatiyên Fransayê yên li Ûkraynayê terka wê derê bikin.
Wezareta karên derve ya Almanyayê jî dawuyanî da û got ku bila hemwelatiyên Almanya seredana Ûkraynayê nekin. Almanya hem xwest ku hemwelatiyên wan terka Ûkraynayê bikin û eger Rûsya êrîşekî bike, derfetên wê gelek kêmin ku destekê bidin hemwelatiyên xwe.
Şîrketa rêyên hewayî ya Almanya ya bi navê Lufthansa, ragihand ku ji 21 ê sibatê û pê ve wê seferên xwe yên Kievê bidin rawestandin. Lufthansa ragihand ku wê ji bo rojên pêş rojên seferan ragihîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin