Almanya xwest hemwelatiyên wan yên li Lubnanê terka Lubnanê bikin

29 July 2024 20:48 0 dîtin
Almanya xwest hemwelatiyên wan yên li Lubnanê terka Lubnanê bikin

PeyamaKurd – Berdevkê wezareta karên derve ya Almanya Sebastian Fisher bi sedema tehdîda şer ya li ser Lubnanê xwest ku hemwelatiyên Almanya yên li Lubnane terka Lubnanê bikin. Fischer, li bajarê Berlînê daxwuyanî da û got ku 1300 hemwelatiyên Almanya li Lubnanê hene. Fischer weha got:

“Banga me ji Cotmeha 2023an heya niha dewam dike da hemwelatiyên me neçin Lubnanê û yên li wirin terka Lubnanê bikin. Em bangî kesên li Lubnanê dikin ji bo derfetên heyî yên derketina ji Lubnanê hene fêde bikin û bila yekser niha bikin.

Tevî rêyên hewayî yên grûba Luftansayê seferên xwe rawestandiye jî, ji Lubnanê bo Ewrûpa û Tirkiyê sefer dewam dikin. Herkes bila ji van derfetan pêde bike.”

Fischer ragihand ku Almanya îşxala Îsraîlê ser Girên Golanê ya 1967an nasnake û li gor hûqûqa navdewletî; Golanê aîdê Sûriyê dibîne.

Talûka niha ya li Lubnanê ewe ku Îsraîl li ser êrîşa Hîzbûllahê ya ser Golanê ku di encamê de 12 kesên Durzî miribûn û 35 kes birîndar bûbûn, gef li Hîzbûllahê dixwe û dibêje wê bi Lubnanê re şer bike.