Erebistana Sa’ûdiyê xwest ku hemwelatiyên wan terka Lubnanê bikin

18 October 2023 21:39 0 dîtin
Erebistana Sa’ûdiyê xwest ku hemwelatiyên wan terka Lubnanê bikin

PeyamaKurd – Erebistana Sa’ûdiyê ji hemewelatiyên xwe yên li Lubnanê xwest ku terka Lubnanê bikin. Balyozxana Erebistanê ya Beyrûdê di ser hesabê xwe yê Xê de ragihand ku ew bûyeran ji nêz de dişopînin û xwest ku hemû hemwelatiyên Erebistana Sa’ûdiyê terka Lubnanê bikin.

Erebistan balê kişand ser sînorê navbera Îsraîlê û Lubnanê ku di navbera Hîzbûllahê û Îsraîlê de carna pevçûn dertê. Erebistan her weha ji hemwelatiyên xwe xwest ku xwe ji ciyên qelebalix yên Lubnanê dûr bixin û hemwelatiyên wan neçin Lubnanê.

Hîzbûllah a Lubnanê îro ragihandibû ku bi roketan li baregeha civîna Îsraîlê û li barûya çavdêriya Îsraîlê xistine.