Zelenskiy: Wê heyetên DYA û Ûkraynayê li Erebistana Sa’ûdiyê bicivin
PeyamaKurd – Serokê Ûkraynayê Vladimir Zelenskiy got; bo şerê Rûsya-Ûkraynayê rawestînin, heyetên DYA û Ûkraynayê wê di 24 ê Adarê de, li Erebistana Sa’ûdiyê bicivin. Zelenskiy ragihand ku bo şer bi awayekî mayînde biqedînin, di legerîna destek û garantiya ewlehiyê ya navdewletî de ne.
Zelenskiy, bo seredanekî fermî çû Oslo payîtexta Norweçê û bi serokwezîrê Norweçê Jonas Gahr Store re, civîna hevpar ya çapemeniyê li dar xist. Zelenskiy got ku Rûsya li hemberê Ûkraynayê dest bi şer kiriye û ew jî têdikoşin da serxwebûna Ûkraynayê biparêzin. Zelenskiy her weha got ku DYA, YE û hevkarên wan dixebitin da bo Ûkraynayê garantiyên ewlehiyê çêbikin û xwest ku Norweç jî tevî vê xebatê bibe.
Zelenskiy dixwaze bibe endamê NATOyê û di rêya NATO de ewlehiya xwe garantî bike lê DYA endamtiya Ûkraynayê qebûl nake.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin