Li Riyad a Erebistana Sa’ûdiyê li ser Sûriyê civînekî lidardixin

11 January 2025 18:17 0 dîtin
Li Riyad a Erebistana Sa’ûdiyê li ser Sûriyê civînekî lidardixin

PeyamaKurd – Di roja 12.01.2025an de li payîtexta Erebistan a Sa’ûdiyê li Riyadê li ser rewşa Sûriyê civînekî têlidarxistin. Welatên tevlî civînê didin; Tirkiye, Sûriye, welatên Kendavê û herêmê ne. Bende ne ku tevlîbûn zêde be. Civîna ewilî li Urdinê pêkhatibû.

Endamên konseya hevkariya welatên Ereb yên Kendavê, Erebistan, Îmarat, Qatar, Kuweyt, Bahreyn û Umman di asta wezîran de tevlî civînê dibin.

Bende ne ku Iraq, Lubnan, Urdin, Misir, Îngîltere û Almanya di asta wezîrên karên derve de tevlî civînê bibin. DYA û Îtalya bi cîgirê wezîrên karên derve tevlî civînê dibin. YEyê, Lîg a Ereb, nûnerê NY yê taybet jî bi nav tevlî civînê dibin.

Di nav mijarên civînê de îstîqrara û ewlehiya Sûriyê, parastina yekîtiya axê û yekîtiya Sûriyê hene.