Heyetên Rûsya û DYAyê, bê Zelenskiy wê li Erebistana Sa’ûdiyê bicivin

08 March 2025 19:00 0 dîtin
Heyetên Rûsya û DYAyê, bê Zelenskiy wê li Erebistana Sa’ûdiyê bicivin

PeyamaKurd – Serokê Ûkraynayê Zelenskiy ragihand ku wê roja Duşemê bi heyeta xwe ve here Erebistana Sa’ûdiyê û wê tevî hevdîtinan nebe. Heyeta Ûkraynayê wê li Erebistanê bimîne da bi heyeta Amerîka re hevdîtinê bike.

Zelenskiy got ku di mijarên hevdîtinê de pêşniyarên rastteqîne hene û Ûkrayna di saniya ewilî ya şer de, li aştiyê digere. Zelenskiy di ser hesabê xwe yê medya civakî de got:

“Îro li Kievê di navbera heyetên dîplomatîk yê Ûkrayna û îngîltere de hevdîtinekî baş çêbû. Em li ser xebatên ku me nêzî aştiyê bikin û xebatên dîplomatîk bilez bike, em li ser wan pêngavên hevpar axifîn. Minetdarê desteka wan im.”

Li Erebistanê piştî hevdîtina Zelenkiy û welîehd prens Muhammed, wê Zelenskiy tevî civînê nebe lê roja Sêşemê kesên di heyeta Ûkrayna de ne, wê bi heyeta DYA rê hevdînê bikin. Di nav heyetê de Andriy Yermak, Andriy Sybiha, Rustem Umerov û Pavlo Palisa hene.