Fransa: 2 hemwelatiyên me li Îranê hatine girtin

12 November 2022 23:58 0 dîtin
Fransa: 2 hemwelatiyên me li Îranê hatine girtin

PeyamaKurd – Wezîra karên derve ya Fransayê Catherine Colonna ragihand ku îro li Îranê 2 hemwelatiyên din yên Fransayê hatine girtin.

Wezîra Catherine Colonna ji bo rojnama Le Parisien axifî û weha got:

“Îro 2 hemwelatiyên Fransayê ji aliyê Îranê de hatin girtin. Bi wan re jimara Fransizên ku di zîndanên Îranê de ne giha 7 kesan. Em tirsiyan ku li Îranê hemwelatiyên me yên din bên girtin. Piştî lêpirsînê derket ortê ku li Tehranê 2 hemwelatiyên me hatine girtin.”

Hêzên ewlehiya Îranê di 30 ê êlûnê de bi sedema tevlî çalakiyan bûne û tevgerên vandalîzm kirine 9 kesên biyanî girtibû.

Wezîra Fransayê ragihand ku wê îro bi wezîrê karên derve yê Îranê bi Huseyn Emir Abdullahiyan re biaxife da 5 hemwelatiyên wan berdin.