Fransa: Girtin û mirina Jîna Emînî ji aliyê Îranê ve em hejandin
PeyamaKurd – Wezareta Karên Derve ya Fransayê bi daxuyaniyekê daxwaz kir ku "demildest" lêkolînên eşkere ji bo derketina rastiyan li ser kuştina Jîna Emînî werin encamdan.
Wezareta Karên Derve ya Fransayê di daxuyaniya xwe de eşkere kir: “Girtin û mirina Mehsa (Jîna) Emînî ji aliyê polîsê asayîşa civakî ya Îranê ve em hejandin. Fransa wê girtin û tundîtûjiya ku bûye sedema canjidestdana wê şermezar dike.”
Jîna Emînî keçeke Kurd a 22 salî bû, roja 13ê Îlona 2022an bi birayê xwe re ji bajarê Seqizê serdana Tehranê kiribû û ji ber ku hîcaba xwe bi awayekî rêkûpêk girê nedaye ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin û piştî du saetan ji ber îşkencedanê ew rakirin nexweşxaneyê û roja 16ê mehê li nexweşxaneyê can da.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin