Hat ragihandin ku bavê Jîna Emînî di salvegera sehîdkirina keça xwe wî girtine
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di salvegera şehîdkirina keça Kurd ya rojhilatê Kurdistanê Mahsa Jîna Emînî ku di sala borî de ji terefê polîsê exlaq yê Tehranê de hatibû şehîdkirin, hêzên asayîşa Îranê bavê wê Emced Emînî xistine binçav.
Bavê Jîna Emînî Emced Emini di salevegera candana keça xwe de, li rojhilatê Kurdistanê li bajarê Seqizê, di dema ji mala xwe derdiket, hêzên ewlehiya Îranê wî digrin. Asayîş bavê Jîna hişyar dike da di salvegera kuştina keça wî de, ti tevger nebin, merasim neyê kirin û paşî wî serbest berdidin.
Ajansa fermî ya Îranê IRNA ragihand ku bûyer rast nîne û Emced Emînî nexistine binçav û niha li mala xwe ya Seqizêye.
Dewleta Îranê bi temamê hêzên we ve li seranserê Îranê û rojhilatê Kurdistanê nahêle ku ti kes bilebite û hesabên medya civakî kontrol dike. Herkesê ku di ser medya civakî de ji bo çalakiyan bangî xelkê bike da bikevin nav tevderê, hesabê wan bloke dikin û digrin. Heya niha 15 hezabên weha hatine girtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin