Di salvegera Jîna Emînî de bi sedan kes hatin binçavkirin

18 September 2023 19:46 0 dîtin
Di salvegera Jîna Emînî de bi sedan kes hatin binçavkirin

PeyamaKurd – Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di xwepêşandan û protestoyên salvegera kuştina keça Kurd Jîna Emînî de, zêdetirî 260 kes ji aliyê hêzên Îranê ve hatin binçavkirin.

Li gorî rojnameya Şerq a nêzî reformîstên Îranê, 16ê Îlonê li gelek bajaran xwepêşandan hatine kirin û hejmarek zêde kes hatine binçavkirin.

Rojnameyê bi amarên dezgehên fermî yên Îranê ragihandiye ku li seranserê Îranê zêdetirî 260 kes hatine binçavkirin. Ji wan 137 kes li Azerbaycana Rojava, 97 kes li eyaleta Îsfehan, 16 kes li Kurdistanê û 10 jî li bajarên din. Herwiha nehatiye zanîn bi li Tehran û Sîstan-Belûçistanê hatin binçavkirin.

Hêjayî gotinê ye li gor çavkaniyên ên din ên rêxistinên mirovî yên Îranê jî zêdetirî 700 kesan di çalakiyên salvegera Jîna Emînî de, hatine binçavkirin.