"Îranê xalê Jîna Emînî ji salvegera kustina wê ve girtine"

07 September 2023 12:43 0 dîtin
"Îranê xalê Jîna Emînî ji salvegera kustina wê ve girtine"

PeyamaKurd – Ajansa Reutersê diyar kir, hêzên ewlehiyê yên Îranê xalê Jîna Emînî berî çend rojan ji salvegera kuştina wê, girtine.

Jêderê ji ajansa Reutersê diyar kir, “Du roj berê komek pasdarên Îranê bi ser mala xalê Jîna Emînî, Sefa A'îlî de girtin û bêyî hebûna biryara dadgehê, otomobîl û mala wî pişknîn kirin û piştre ew girtin.” 

Herwiha diyar kir: “Berî girtina Sefa A'îlî, hêzên ewlehiyê hefteyekê li pey wî digeriyan. Malbat jî nizane ku ew birine kû derê.”

Roja 13ê Îlona 2022an, keça Kurd a ji Seqizê Jîna Emînî ligel malbata xwe serdana Tehranê kiribû. Jîna wê rojê ji aliyê Polîsê Ewlehiya Civakî ya Tehranê ve bi tometa “guhnedana hîcabê” hatibû girtin. Piştî ku li rêveberiya polîsan rewşa wî xirab bûbû, rakirin nexweşxaneyê. Jîna piştî 3 rojan li nexweşxaneyê koça dawî kir û roja 17ê Îlonê li goristana Seqizê hat veşartin.

Piştî koça dawî ya Jîna Emînî, li vî welatî xwepêşandan derketin û bi sedan kes hatin kuştin û birîndarkirin û bi hezaran kes hatin girtin.