Rejîma Îranê dest danî ser xelata Shakharov a Jîna Emînî
Peyama Kurd – Hate ragihandin ku rejîma Îranê, parêzerê malbata Jîna Emînî Dr. Mihemmed Salih Nîkbextî, piştî wergirtina xelata Shakharov a ku şayanî Jîna Emînî hatibû dîtin, di vegera ji Fransayê, li Frokexaneya Tehranê desteser kirîye.
Dr. Mihemmed Salih Nîkbextî ku li ser navê malbata Jîna Emînî, li Fransayê xelata Shakharov a Parlamentoya Ewropayê (PE) wergiribû, di vegerê de li Frokexaneya Tehranê ji alî hêzên ewlehiyê yên rejîma Îranê ve tê desteserkirin û hêzên rejîmê paşê Salih Nîkbextî serbest berdidin lê belê dest datînin ser pasaport û têlefona wî û xelata Shakharov ya ku şayanî Jîna Emînî hatibû dîtin.
Rêxistina Mafê Mirovan a Rojhelatê Kurdistanê (Hengaw) ragihand ku rejîma Îranê her wiha derketina derveyê welat ya Dr. Mihemmed Salih Nîkbextî jî qedexe kirîye.
Parlamenta Ewropayê, keça Kurd Jîna Emînî ku ji ber porê xwe vekiribû ji alî hêzên rejîma Îranê ve bi lêdanê hatibû kuştin şayanî xelata Shakharov dîtîbû.
Parêzerê malbata Jîna Emînî, ji bo wergirtina xelata Shakharov a PEyê çûbû Fransayê û piştî li ser navê malbata Jîna Emînî xelatê wergirtibû vegerîyabû Îranê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin