SOHR: Milîsên Îranê dest danîn ser avahiyên rejîma Sûriyê
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku koma çekdar a bi navê Fatimîyyun ku Îran piştevaniya wan dike, li bajarê Elbu Kemalê dest danîn ser avahiya Navenda Koç û Pasaportan û hêzên hikûmeta Şamê ji wir derxistin.
Milîsên Fatimiyyun beriya niha jî bi darê zorê dest danîbûn ser avahiyên rejîma Sûriyê yên li li herêma Ketif a sînorê Iraqê ku dikeve rojhilatê bajarê Dêrazorê.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) daye xuyakirin ku milîsên Fatimiyyun hêzên rejîmê yên parastinê ji hundirê avahiyan derxistine û herwiha ziyan gihandine alavên wan.
Li gorî çavkaniyên herêmê Îran mifayê ji şerê Ukrayna-Rûsyayê werdigire û li Sûriyê hewl dide hêzên xwe yên milîs xurtir bike û hejmara çekdarên xwe jî li nav Sûriyê zêdetir bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin