SOHR: Avahiya milîsên Îranê hat bombebaran kirin: 4 kustî…
PeyamaKurd – Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku li Dêrazorê avahiyeke komên milîsên çekdarên Îranê hat bombebarankirin û di encamê de 4 kes hatin kuştin.
Li gorî SOHRê avahiyeke li nêzîkî nexweşxaneya Îranî li taxa Hemîdiyê ya li parêzgeha Dêrazoyê ya Sûriyê ji aliyê balafirên nenas ve hat bombebarankirin û di encamê de 4 kes hatin kuştin û 8 kesên din jî birîndar bûn.
SOHRê daye zanîn ku piştî teqînê dorpêçeke ewlehiyê li derdora cihê bûyerê hatiye danîn û dengê ambûlansan hatiye bihîstin. Dema teqînê jî dronên nediyar li asmanê herêmê geriyane.
Rêveberê SOHRê Ramî Ebdulrehman got ku serkirdeyên pilebilind ên Îranî û efserên Hizbullaha Lubnanê li taxa Hemîdiyê bi cih dibin û nexweşxaneyeke Îranî ya dermankirina nexweşên kolerayê jî li wê taxa teqîn çêbûye heye.
Hêjayî gotinê ye, artêşa Îsraîlê gelek caran êrîşan li nav erda Sûriyê dibe ser milîsên Îranî, lê heta niha daxuyaniyek li ser vê êrîşa dawî nehatiye dayîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin