Balafirên ser li Sûriyê milîsên Îranê bombebaran kir

15 October 2023 15:04 0 dîtin
Balafirên ser li Sûriyê milîsên Îranê bombebaran kir

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li bajarê El Bûkemal ê Sûriyeyê ku nêzî sînorê Iraqê ye, êrîşeke asmanî li dijî komên çekdarên Îran piştgiriya wan dike hate kirin.

Hate diyarkirin, li navçeya El Bûkemal a Dêrezorê balafiran êrîşî binkeyên komên ku Îran piştgiriya wan dike kir ku di nava rojê de li navenda El Bûkemalê jî meşek leşkerî hatibû lidarxistin.

Piştre balafirên ku ne diyar in ên kîjan welatîne li herêmê gerên keşfê kirine û binkeyên wan koman bombebaran kirin.

Li gorî çavkaniyan êrîş ji aliyê Îsraîlê ve hatiye encamdan ku Îran niha di şerê Îsraîlê yê Hamasê de jî piştgiriyeke xurt dide wê rêxistinê û ji ser Sûriyê jî gefê li ser erdên Îsraîlê çêdike.