Di bombebarana balafirên nenas de 12 milîsên Îranê hatin kustin

07 June 2020 12:11 0 dîtin
Di bombebarana balafirên nenas de 12 milîsên Îranê hatin kustin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di encama bombebarana balafirên nehatine naskirin bê yên kîjan welatî ne de, 12 mîlîsên Îranê li Bingeha Mihêzîle ya li rojhilatê Dêrezorê hatin kuştin.

Li gorî jêderên herêmî, roja 3yê Hezîranê karwaneke leşkerî ya bi ser koma çekdar Fatimiyûn a Îranî ku ji 30 barhilgirên leşkerî pêk hatibû ji bajarokê Hirrî nêzîkî sînorê Iraqê berê xwe dabû Bingeha Mihêzîle li rojhilatê Dêrezorê û li wir bicih bûbû.

Hat ragihandin ku ew milîsên Îranî yên li Bingeha Mihêzîle bicih bûbûn, şeva 6 Hezîranê ji aliyê balafirên nenaskirî ve bi 8 êrîşan hatin armanckirin û di encamê de 12 çekdarên Fatimiyûn hatin kuştin û agir bi baregeha wan ket.

Her çiqas hîn ti daxuyaniyek derbarê berpirsiya wê êrîşê de nehatiye dayîn ku hêjayî bibîrxistinê ye ku balafirên Îsraîlê gelek caran hêzên îranî li Sûriyê dikin armanc.

Beriya niha jî li rojhilatê Dêrezorê komên çekdarên girêdayî Îranê yên; Fatimiyûn, Zeynebiyûn, Nuceba, Esayib û Hizbullaha Iraqî pêgehên xwe li navçeya rojhilatê Dêrezorê zexm kiribûn.