Sûriye | Balafirên ser ên 'nenas' êrîsî armancên Îranê kirin: 8 kustî…

10 January 2020 16:40 0 dîtin
Sûriye | Balafirên ser ên 'nenas' êrîsî armancên Îranê kirin: 8 kustî…

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku derengiya şeva borî hinek balafirên nenas gelek deverên komên milîsên Îranê yên li Sûriyê li nêzî sînorê Iraqê kirin armanc û 8 çekdarên Heşda Şebî hatin kuştin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku doh nîvê şevê çend balafirên nenas embarên cebilxaneyên Îranê li herêma el-Bû Kemalê ya Dêra Zorê kirin armanc û herî kêm 8 çekdarên Hêzên Heşda Şebî ya Iraqî hatin kuştin.

Li gorî SOHRê ew balafir li bajarokê el-Celaa û gundê el-Ebas ên li gundewarê el-Bû Kemal a Dêra Zorê xistin. Herwiha li gorî hinek çavkaniyan jî balafirên ku bombebaran kirine yên hevpeymaniya navdewletî bûne ku binkeyên Hizbullahê kirine armanc.

Beriya bomebaranê jî hatibû ragihandin ku çend balafirên nenas di ser navendên komên Îranê re difirin.