Sûriye: Balafirên ser yên koalîsyonê êrîsî leskerên Esed kirin!
PeyamaKurd- Erkdarekî leşkerî yê Rejîma Sûriyê ji tevevîzyona dewletê SANAyê re axivî û got ku Hêzên Koalîsyonê li Dêra Zorê êrîşî Artêşa Sûriyê kirine. Çavkaniyeke ji Wezareta Parastinê ya Rûsyayê jî ev îdda derewand. Wezareta Parastinê ya Amerîkayê jî ev îdda red kir.
Çavkaniya leşkerî ya Rejîma Sûriyê îdda kir ku êrîş hatiye ser çeperên Rejîma Sûriyê lê belê kuştiyên wan nîn in. Tenê zerara maddî çêbûye.
Ji xeynî vê jî Çavdêrxaneya Mafên Mirovan ya li Sûriyê (ÇMMS) jî îdda kir ku êrîş çêbûye û 12 leşkerên Rejîma Sûriyê hatine kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin