Girê Spî | Li bajaroka Turkmen balafirên nenas êrîsî hêzên Tirk kir

06 July 2020 14:44 0 dîtin
Girê Spî | Li bajaroka Turkmen balafirên nenas êrîsî hêzên Tirk kir

PeyamaKurd - Li bajarokê Turkmen ê Girê Spî îro Duşemê balafirên nenas ên bêmirov bombe berdan ser hêzên artêşa Tirkiyê.

Li gorî zanyariyan li Girê Spî balafirên nenas bi fûzeyan bajarokê Hemam El Turkman yê ji aliyê di bin kontrola Tirkiyê de ye, bombebaran kir.

Hin çavkanî dibêjin, guman heye ew balafirên Rûsî bin û herwiha didin xuyakirin ku moşeka hatiye avêtin neteqiyaye.