Balafirên Îsraîlê baregeha rejîma Sûriyê û alîgirên wê bombebaran kir

25 October 2021 18:07 0 dîtin
Balafirên Îsraîlê baregeha rejîma Sûriyê û alîgirên wê bombebaran kir

PeyamaKurd - Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriye (SOHR) ragihand ku balafirên Îsraîlê îro Duşemê danê sebehê baregeheke hêzên rejîma Sûriyê li bajarê Baasê bombebaran kir.

Li gorî SOHRê balafirên Îsraîlê îro sibehê baregeheke hêzên Şamê û alîgirên wê yên li aliyên bajarê Baas û gundê El-Kirum a Qûnayterayê bombebaran kir,

Hat diyarkirin ku di encamê de zirarên madî çêbûn û derbarê zirarên canî de tu agahî nehatin belavkirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, çend roj berê Serokwezîrê Îsraîlê Naftalî Bennet li Soçiyê bi Serokê Rûsya Vladimîr Pûtîn re civiyabû û hatibû ragihandin ku wê Rûsya rêgeriyê li balafirên îsraîlî yên êrîşî ser erda Sûriyê dikin neke.