Balafirên Îsraîlê êrîsê Der’a Sûriyê kirin: 2 kustî û 19 birîndar

17 March 2025 23:46 0 dîtin
Balafirên Îsraîlê êrîsê Der’a Sûriyê kirin: 2 kustî û 19 birîndar

PeyamaKurd – Çapemeniya Sûriyê ragihand ku balafirên artêşa Îsraîle êrîşe bajarê Der’ayê kirine û di encamê de 2 kes mirin û 19 kes birîndar bûne.

Artêşa Îsraîlê bûyerê piştrast kiriye û gotiye ku ew li avahiyên bingehîn yên leşkerî xistine. Îsraîl gelek caran êrîşan dibin ser cepilxane û baregehên leşkerî yên ji wexta rejîma Esad de mane.