Balafirên Hevpeyma Erebî hêzên alîgirên Îranê bombebaran kirin: 90 kustî…
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Hêza Esmanî ya Hevpeymaniya Erebî ya Erebistana Siûdî pêşengiya wê dike, binke û embarên cebilxaneya Sipaha Pasdaran û Hizbullah a Lubnanê li bajarê Sen`a yê Yemenê ku ji bo piştevanîya Husiyan dihatin bikaranîn, bombebaran kirin.
Balafirên şer ên Hevpeymaniya Erebî, binkeya esmaniya “El-Dêylemî” û çendîn embarên cebilxaneyên Hûsiyan bombebaran kirin ku ew binke û cebilxaneyên nihênî yên Sipaha Pasdaran û Hizbullah a Lubnanê bûne ku bi tevawî hatine teqandin.
Hevpeymaniya Erebî ragihand ku embarên moşekên balistîkî, kargehên berhemanîna dronên Îranî û sîstema pêwendiyên Hûsiyan teqandine û ew operasyon wek berteka gefên moşek û dronên Hûsiyan, hatiye kirin ku li parêzgehên “Sen`a, Zemar, So`ide û El-Cewf jî armancên girîng hatine teqandin.
Fermandeyê Hevpeymaniya Erebî daye xuyakirin, di 24 demjimêrên derbasbûyî de 29 operasyonên leşkerî û armancdar li dijî Hûsiyan li Marib û “El-Beyza”yê encam dane û zêdetirî 90 milîsên Hûsî hatine kuştin û sîstema berevaniya moşekî ya hûsiyan jî hatiye ruxandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin