General Ham: Hewlên hevpeymanan bo yekxistina hêzên Pêsmerge didomin

19 February 2025 17:37 0 dîtin
General Ham: Hewlên hevpeymanan bo yekxistina hêzên Pêsmerge didomin

PeyamaKurd - Fermandarê Hêzên Hevpeymanan li Iraqê General Ham ragihand ku wê hewlên Hevpeymanan ên bi niyeta zêdetir pêşvebirin û karkirina ji bo proseya çaksazîyên Wezareta Pêşmerge berdewam bikin.

Wezareta Pêşmerge ragihand ku General Ham û Cîgirê Serokerkanê Wezareta Pêşmerge ji bo Îdare û Mîre Lîwa Rukin Hoşmend Heyder Reşîd civiyane û danûstandin li ser karûbarên firqeyan û bicihanîna bername û planên çaksaziyê li Wezareta Pêşmerge û rêkxistina hemû hêzan hate kirin.

Hate diyarkirin ku rewşa niha ya hêza Pêşmerge û pêşxistina pêwendiyên navbera Wezareta Pêşmerge û Hevpeymanan hatiye gotûbêjkirin, General Ham, daye zanîn ku dê hewlên hevpeymanan ên bo piştevaniya çaksaziyan û yekxistina hêzên Pêşmerge berdewam bikin.

 Hate gotin ku her du alî di civînê de li ser bilezkirina pêngavan bi niyeta yekirina yekîneyên cuda ji bo Wezareta Pêşmerge û rêkxistina wan di çarçoveya firqeyan de hevnerîn bûn.

Fermandarê Hevpeymanan got: “Em li ser rêkxistin û yekirina hêza Pêşmergeyê Kurdistanê û pêkanîna zêdetir firqeyan û serkirdetiya deverê bi piştevaniya lojistî û alîkarî û hevahengiya şêwirmend û diplomatkarên Hevpeymanan li Herêma Kurdistanê û Iraqê berdewam in.”