Lezgîn: Me bi Hevpeymanan re plan daniye ji bo çaksazî û yekxistina hêzên Pêsmerge
PeyamaKurd – Wezîrê Wezareta Pêşmerge Serbest Lezgîn diyar kir, ji bo çaksazî û yekxistina hêzên Pêşmerge, wan ligel Hevpeymanan plan danîne.
Serbest Lezgîn eşkere kiriye: “Me bi Hevpeymanan re plan daniye ji bo çaksazî û yekxistina hêzên Pêşmerge.”
Di berdewamiyê de Lezgîn destnîşan kiriye: “Hêzên 70 û 80 bi xwerêkxistinê ve mijûl in, da ku veguhezin ser Wezareta Pêşmerge.
Herwiha Serbest Lezgîn daye zanîn: “Yekxistina hêzên Pêşmerge zêdetir Hevpeymanan han dike ku hevkariya Herêma Kurdistanê bikin. Li gor plana ku hatiye danîn, heta çar salên bê, divê hemû hêzên Pêşmerge di çarçoveya Wezareta Pêşmerge de bibin yek.”
Wezîrê Wezareta Pêşmerge gotiye: “Pêwendiya me ya baş ligel tîmên Hevpeymanan heye, hêzên Hevpeymanan ji aliyê şêwir, perwerdehî û rahênanê ve berdewam in di hevkarîkirina hêzên Pêşmerge de, herwiha rola wan a sereke heye di cîbicîkirina proseya çaksaziyê di nav hêzên Pêşmerge de.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin