WHO: Nexwesxaneya Sîfa ji xizmetê derket, em li ser plana lezgîn a tehlîyekirinê dixebitin

19 November 2023 10:57 0 dîtin
WHO: Nexwesxaneya Sîfa ji xizmetê derket, em li ser plana lezgîn a tehlîyekirinê dixebitin

PeyamaKurd – Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ragihand ku Nexweşxaneya Şîfa ya Xezeyê ji ber nebûna sotemeniyê û pêdawistiyên tenduristiyê bo nexweşan ji xizmetê derketiye.

Berpirsê giştî yê WHOyê Tedros Adhanom Ghebreyesus, ragihand ku wan ligel şanda Neteweyên Yekbûyî (NY) nirxandin li ser Nexweşxaneya Şîfayê kiriye ku niha ji ber nebûna pêdawîstiyên wekî av, xwarin, sotemenî, alavên tenduristî êdî ji xizmetê derketiye.

Ghebreyesus, li ser platforma Xê da xuyakirin ku xebatkarên Nêxweşxaneya Şîfayê daxwaza tehlîyekirina nexweşan kirine ji ber ku ji ber nebûna pêdawîstiyan ew nikarin xizmetê bidin.

Ghebreyesus, diyar kir ku ew niha li ser plana lezgîn ya tehlîyekirinê dixebitin ku artêşa Îsraîlê jî daxwaza valakirina Nexweşxaneya Şîfayê kiriye.