Îsraîlê êrîsî Nexwesxaneya Sîfa ya li Xezzeyê kir: Kustî û birîndar hene

18 March 2024 08:35 0 dîtin
Îsraîlê êrîsî Nexwesxaneya Sîfa ya li Xezzeyê kir: Kustî û birîndar hene

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di êrîşa hêzên artêşa Îsraîlê ya li dijî Kompleksa Bijîşkî ya El-Şîfa (Nexweşxaneya Şîfa) ya li rojavayê Xezzeyê, bi balafirên bêmirov û bi çekên giran kuştî û birîndar hene.

Li gor nûçeya AAyê, Tank û wesayitên leşkerî yên Îsraîlê di bin parastineke tund a agir de ji nişka ve derbasî herêmên rojavayê bajarê Xezzeyê bûn û nexweşxaneya Şîfa ku bi hezaran koçber, nexweş û birîndar tê de bûn dorpêç kirin û bi top û balafirên bêmirov hin cihên nexweşxaneyê kirin hedef.

Herwiha hat îddiakirin ku, di dema ku hinek ji awareyan karîbûn beriya êrîşê ji nexweşxaneyê derkevin, hêzên Îsraîlî nexweşxane kirin armanc û agir berdan hundir û bû sedema mirin û birîndarbûna hinek ji awareyan.