"Ger li Xezzeyê agirbestek çêbibe, Îran êrîsî Îsraîlê nake"

14 August 2024 10:42 0 dîtin
"Ger li Xezzeyê agirbestek çêbibe, Îran êrîsî Îsraîlê nake"

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden got, "Eger li Xezzeyê peymana agirbestê hebe, Îran êrîşî Îsraîlê nake."

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Joe Biden got ku agirbesta li Xezzeyê her ku diçe dijwartir dibe, lê ew dev ji vê yekê bernade.

Biden di serdana xwe ya New Orleansê de dema ji balafirê daket bi endamên çapemeniyê re rojeva Xezzeyê nirxand.

Siyasetmedarê 81 salî li ser pirsa "Agirbesta li Xezzeyê dijwartir dibe yan na" got, "Her diçe dijwartir dibe, lê ez dev jê bernadim."

Biden got ku ew dişopînin ka Îran wê li dijî Îsraîlê êrîşeke berevajî bike yan na û got ku ew hêvî dike ku Îran dest ji êrîşan berde eger lihevkirinek agirbestê hebe.