Netanyahû: Hemasê berî operasyona hêzên Îsraîlê revandî ji Nexwesxaneya Sîfayê derxistin

17 November 2023 19:28 0 dîtin
Netanyahû: Hemasê berî operasyona hêzên Îsraîlê revandî ji Nexwesxaneya Sîfayê derxistin

PeyamaKurd - Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû, ji bo rexneyên derbarê operasyona hêzên Îsraîlê ya li ser Nexweşxaneya Şîfa ya Xezeyê got, ku di destê wan de belgeyên bihêz hene ku Hemasê dîlên Îsraîlî li wir veşartibûn.

Netanyahû ji kanala CBS a Amerîkî re eşkere kir, belgeyên bihêz hene ku Hemasê revandî li nexweşxaneya Şîfayê weşartibûn, lê berî hêzên me biçin nav nexweşxaneyê Hemasê ew hemû veguhestibûn cihekî din.

Netanyahû bal kişand ser ku operasyona bejahî fişareke zêde li ser Hemasê çêkiriye û destnîşan kir, ew ji bo azadkirina revandiyan nêzîkî lihevkirinê bûne.

Herwiha Netanyahu ragihand ku heger Hemas dîlan azad bike, ew ê agirbesta demkî ragihînin.