Netanyahû ji NY xwest hêzên UNTILê ji Lubnanê veguhêze: 'Hizbullah UNTILê wek mertal bikar tîne'
PeyamaKurd – Piştî ku bertekên tund ên welatan bo êrîşên artêşa Îsraîlê bi ser Hêza Aştiyê ya Demî ya Neteweyên Yekbûyî (UNTIL) a Lubnanê hatin, Serokwezîrê Îsraîlê jî ragihand ku Hizbullah UNTIL ji êrîşên xwe re wekî mertal bikar tîne.
Îro Wezîrên Karên Derve yên Yekîtiya Ewropayê ji Îsraîlê daxwaz kiribûn, li ser êrîşên xwe yên bi ser Hêza Aştiyê ya Demî ya Neteweyên Yekbûyî ya li Lubnanê (UNIFIL) de daxuyaniyeke lezgîn bide û lêpirsîneke berfireh bike.
Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû, bersiva bertekan da û daxwaz ji Saziya netewên Yekbûyî UNIFILê kir ji başûrê Lubnanê hêzên veguhêze û got, Hizbullah binkeyên “UNIFIL” UNTILê wek mertal bi kar tîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin