Witkoff bo Netanyahû: ‘Trump xwest heta 20ê mehê agirbest pêk were’
PeyamaKurd – Berpirsê Karûbarên Rojhilata Navîn ê serokê hilbijartî yê Amerîkayê Donald Trump, Steve Witkoff, ji nişka ve ve serdana Îsraîlê kir.
Hate ragihandin ku Witkoff ji Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû re li ser danûstandinên agirbesta Xezeyê ya navbera Îsraîl-Hemasê gotiye, "Trump dixwaze heta 20ê Çileyê lihevkirin çêbibe”.
Witkoff, piştî hevdîtina ligel Netanyahû ragihand ku Trump daxwaz kiriye heta merasîma destbikarbûna seroktiyê peymana pevguhertina dîlan pêk were û pêwîste herdu alî jî ji bo agirbestê nerm tevbigerin.
Li aliyê din Ofîsa Serokwezîriya Îsraîlê jî ragihand ku Serokê MOSSADê David Barnea, Berpirsê Dîlan di Hêzên Çekdar de General Nitzan Alon û şêwirmendê siyasî Ophir Falk ji bo danûstandinên agirbestê bi Hemasê re bikin, wê biçin Doha ya Qeterê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin