Netanyahû: Emê heta serkeftinê dewam bikin!

01 November 2023 19:27 0 dîtin
Netanyahû: Emê heta serkeftinê dewam bikin!

PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netahyahû bal kişand ser ‘şerê zehmet û demdirêj’ ê niha li dijî Hemasê berdewam dike û got, “Emê heta erka xwe bicih bînin, heta serkeftinê dewam bikin.”

Netanyahû di axaftina xwe ya bo gelê Îsraîlê de, bangên agirbestê careke din red kir û diyar kir, ew ê heta serkeftinê şer bidomînin.

Netanyahû herwiha anî ziman, "Tevî destkeftiyên me yên girîng, windayê men yên bi êş jî hene.”

Li ser windayên leşkerên Îsraîlê Netanyahû eşkere kir, doh di operasyona bakurê Şerîda Xezeyê de, 9 leşkerên din can dane û hejmar gihîştiye 11 kesan.

Herwiha eşkere kir ku ji 7ê Cotmehê ji êrîşa Hemasê heta niha, 326 leşkerên Îsraîlî hatine kuştin.